Rojava û Îranê li hev kirin
Duh, li bajarê Cenêvê, şadna danûstandinên atomî ya Îranê û nûnerên Amerîka, Rûsya, Çîn, Berîtanya, Fransa û Almanya gihiştine rêkeftinekê derbarê programa atomî ya Îranê de.
Serokê Amerîka Barack Obama piştî wê rêkeftinê di gotarekê de got “Rêkeftin wek destpêkekê gaveke girîng e ji bo çareserkirina pirsgirêka programa atomî ya Îranê bi temamî”.
Obama diyar kir ku rêkeftin wê rê li ber Îranê bigire ji bo ku çekên atomî çêneke û got “Em dixwazin nakokiya digel Îranê ya derbarê programa wê ya atomî de bi rêyên aştiyane re bêne çareserkirin”.
Derbarê rêkeftinê de, Amerîka ragihand ku ewê rê li ber lêkolînerên navdewletî veke ji bo ku bi selametî karên xwe li Îranê bikin.
Koşka Spî ya Amerîka jî diyar kir ku li gor wê rêkeftina ku dema wê 6 mehe, dê cezayên li ser Îranê bi qasî 7 milyar dolar bêne kêmkirin û dê cezayên nû jî li ser Îranê nesepîne.
Fransa jî ew rêkeftine wek gaveke girîng ji bo bidestxistina aştî û ewlekariyê da zanîn lê diyar kir ku divê ew rêkeftin ji nêzîk ve bê çavdêrîkirin.
Li gor rêkeftinê, mafê Îranê heye ku programeke wê atomî ji bo mebestên aştiyane hebe.
Berpirsa têkiliyên derve yên Yekîtiya Ewropayê Catherine Ashton derbarê rêkeftinê de got “Ewê dem û derfetekê peyda bike ji bo ku em bigihin rêkeftineke tevahî”.
Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf piştî rêkeftinê diyar kir ku mafê welatê wî di meyandina yoranyomê de heye û dê li ser meyandinê jî berdewam be.
Rudaw
