DAÎŞê darekî 150 salî birrî
Li gor nûçeya BBC, çavkaniyeke cîhadî li ser Tweeterê nivîsandiye ku “Elhemdulilah, dara ku temenê wê 150 salî ye û xelkê bêy Xweda perestya wê dike ji hat hilkirin”.
Çavkaniyê wêneyên kesekî ku serçavê wî nuxumandîbû ku bi birrekekê ew dar dibirrî belav kiriye.
Rêveberê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê Ramî Ebdilrehman nûçeya birrîna wê darê bi navê “Dara Kursyan” li navçeyê tê naskirin, piştrast kir û got “Dar li kêleka mezarekî kevnar bû li bajarokê Etmê yê ser bi parêzgeha Helebê ve”.
Çekdarên DAÎŞê roja pêncşemê ya borî bajarokê Emtê ji bin kontrola Artêşa Sûriyê ya Azad derxit.
Artêşa Azad ew navçe ji bo derbaskirina xwarinê ji Tikriyê bo nav Sûriyê û herwiha ji bo veguhastina birîndaran bo nexweşxaneyên Tikriyê bikar tanî.
Rudaw
