• Friday, 13 February 2026
logo

Misir balyozê Tirkiyê derkir û yê xwe jî kişand

Gulan Media November 23, 2013 Nûçe
Misir balyozê Tirkiyê derkir û yê xwe jî kişand
Berdevkê binavê wezareta derve yê Misrê Bedir Ebulatî îro şeme bi daxuyaniyekê ragihand ku wan balyozê xwe bi temamî jî Enqerê vekişandiye û ji balyozê Tirkiyê xwestine ku bi zûtirîn dem ji Qahîrê derkeve.

Ebdulatî got: Hikûmeta Misrê biryar daye ku asta nûnertiya xwe a dîplomasî li Tirkiyê kêm bike.

Berdevkê wezareta derve teqez kir ev biryar weku bersivdanekê li hemberî daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ku daxwaz kiribû ku Serokê jikar avêtî Muhemed Mursî serbest bê berdan.

Her weha berdevkê derveya Misrê hewlên berdewam ên Tirkiyê şermezar kir ku dest di karûbarên Tirkiyê werdide.

Xendan
Top