Mesûd Barzanî û Newşîrwan Mistefa dê bicivin
Îro Nêçîrvan Barzanî ku bi erkê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê ve hatiye spartin, serdana Partiya Komonîst a Kurdistanê li Hewlêrê kir.
Di bersiva pirseke rojnamevanan de derbarê serdana Newşîrwan Mistefa bo cem Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, Nêçîrvan Barzanî got “Min di serdana xwe ya bo cem Tevgera Gorran de Newşîrwan Mistefa vexwend ji bo digel Barzanî bicive”.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ew civîn dê di van nêzîkan de bê lidarxistin û têde rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî bê behskirin.
Derbarê wê yekê de bê ji ber çi tenê Newşîrwan Mistefa hatiye vexwendin û serkirdeyên din nehatine vexwendin, bi taybet ên opozîsyonê, Nêçîrvan Barzanî got “Newşîrwan Mistefa wek serokê partiyê hatiye vexwendin ne wek aliyekî opozîsonê. Serkirdeyên aliyên din jî her demekê bixwazin dikarin digel Serokê Herêma Kurdistanê bicivin”.
Îro jî Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran bi mebesta gotûbêjkirina wê serdana Newşîrwan Mistefa û civîna wan digel şanda danûstandinan a PDKê de, civiya.
Duhok
