• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Parêzgeha Amedê sibê namzedên şaredariyan tên hilbijartin

Gulan Media November 23, 2013 Nûçe
Li Parêzgeha Amedê sibê namzedên şaredariyan tên hilbijartin
BDP dê sibê ji bo ku namzedên şaredariyan diyar bike, hilbijartinên navxwe li dar bixe. Li Tirkiyê cara yekemîne ji aliyê gel ve namzed tê diyarkirin ji bo diyarkirina namzedan li tevahî bajar 52 sindoq û nêzî 12 hezar delege dê deng bidin.

Li Navenda Giştî ya BDP'ê a Amedê, Mêrdîn û Şaredariya Wanê jî di nav de li 7 bajaran û 15 navçeyan serlêdanên namzedan bi dawî bûn, piştî serlêdanên namzedan xebatên hilbijartinan bi lez bû. Li Tirkiyê cara yekemîn e ku ji aliyê rêxistina BDP'ê ve gel namzedên şaredariyê diyar dike. Di hilbijartinên navxwe de pêwîste rêjeya endamên ku deng didin, 1%ê hilbijêran be. Li hinek bajaran bi hilbijartinan namzed diyar bûne li Amedê jî dê sibê 12 hezar welatî biçin ser sindoqan û di serîde namzedê Şaredariya Amedê, Rezan, Sûr, Peyas, Bajarê Nû, Farqîn, Bismil, Çinar, Lice ji bo ku namzedê şaredariyan diyar bike deng didin.

Ji bo Şaredariya Amedê dê 30 Sindoq bên danîn.

Ji bo diyarkirina namzedê Şaredariya Amedê li tevahî bajar navçe jî dinav de 30 sindoq tên danîn. Ji bo diyarkirina namzedên Şaredariyên navçeyên Rezan, Sûr, Peyas, Bajarê Nû, Farqîn, Bîsmîl, Çinar, Lice bi tevahî 22 sindoq tên danîn. Dengdan dê saet di 8.00'an de destpê bike û saet dî 17.00'an jî bidawî bibe. Ji bo ku hilbijartin bi tendirûstî bê birêvebirin, namzedên hilbijartinê dikarin hinek kesan wek çavdêr li ser sindoqan deynin. Danîna sindoqan ji aliyê Komîsyona hilbijartinê ve tê diyarkirin.


Navnîşana danîna sindoqên çar navçeyên navendê wiha ye; ji bo Rezan, Salona Werzîşê ya Şaredariya Rêzan, ji bo Peyas, Navenda Çand û Hûnerê ya Cîwanan a Cegerxwînê, ji bo Bajarê Nû, Salona Resepsiyona Qada Jiyana Hevpar a Parqa Sumerê, ji bo Surê jî, Salona Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin de sindoqên hilbijartinê bê danîn. Rêbaza hilbijartinê ray girtî tê bikaranîn û bi awayek vekirî ray tê hijmartin.


Ji bo Şaredariya Amedê 2 namzed dê beşdarî hilbijartinan bibin. Li gel vê li Rezan 8, Sûrê 12, Peyasê 13, Bajarê Nû 9, Farqîn 11, Bismil 11, Çinar 7 û li Licê 8 kes di nava van namzedan de gel ji bo xwe yekê diyar bike. Li gel serlêdana li Çêrmûg 6, Şankuş 1, Pîran 10, Gêl 1, Hezro 12, Karaz 15, Pasûr 5, Hêne 9, Erxenî 24 kesan ji bo namzediya şaredariyê sari lêdan. Li van Navçeyan jî namzed ji aliyê Komisyona Hilbijartinê ve tê diyarkirin.

Di 30'ê Mijdarê de serlêdana endamên Meclîsa Şaredariyê bidawî dibe. Hetanî niha li tevahî Amedê zêdetirî 370 kesî bo vê yekê serlêdan kirine.

Yek ji namzedên herî bihêz ên Şaredariya Amedê, hevseroka BDPê Gultan Kişanak e. Ji ber ku BDPê îsal ragihandiye dê sîstema hevserokatiyê li şaredariyan de cî bi cî bike, tê pêşbînîkirin Firat Anli jî bibe namzedê şaredariya Amedê.

Şaredarê niha yê Amedê Osman Baydemîr nabe namzedê şaredariyê û dora wî bidawî dibe.

Rudaw
Top