Daxwaza ragirtina biriyara darde kirinê li Îraqê
Duh wezîrê mafên mirovan ya Îraqê Muhemed Şeyae ragehand ku, di nava hikûmeta Îraqê hêdî hêdî giftûgo derbarê nehêştina cezaya darde kirinê destpê kirine.
Muhemed Şeyae eşkere kir ku, pêştir di qanûna cezaya Îraqê de darde kirin tenê li ser ew tawanbaran dihat sepandin ku, 48 car tawanên curbicur kiribûn lê îro ew biryara han li ser ew kesên ku, kiriyarên terorîstî dikin tê sepandin.
Şeyae anî ziman ku, niha xwestekek bo hilweşandina cezaya darde kirinê hêdî hêdî serî hildaye û di nava hikûmeta Îraqê de jî li ser vê yekê giftûgo tên kirin.
