Li Sediyeyê 73 kes bûne qurbanî
Di vê derbarê de çand çavkaniyên ewlekarî yên parêzgeha Diyalayê ragehandin ku, îro li çayxaneyeke bajarê Sediyeyê de tirimbîleke bombekirî hatiye teqandin û di encam de 33 kes canê xwe ji dest dan û 40 kesên din jî birîndar bûn.
Ji aliyeke din ve çavkaniyên tendirustî jî eşkere kirin ku, jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.
