• Thursday, 12 February 2026
logo

12 hezar zarok li Sûriyê bûne qurbanî

Gulan Media November 21, 2013 Nûçe
12 hezar zarok li Sûriyê bûne qurbanî
Tora mafên Mirovan li Sûriyê raportek derbarê zarokên ku di şerê Sûriyê de bûne qurbanî derxist û têde aşkere kir ku zêdetirî 12 hezar zarok li ser destê hêzên rejîma Sûriyê hatine kuştin.

Di raporta ku bi helkefta Roja Cîhanî ya Zarokan de hatiye belavkirin, hat gotin ku rêjeya zarokan ji nav qurbaniyên sivîl ji sedî 12 e.

Rêxistinê herwiha da zanîn ku zêdetirî 300 hezar zarok di şer de birîndar bûne ku birînên hin ji wan giran in.

Li gor pêşbîniyên Tora Mafên Mirovan li Sûriyê, herî kêm 9 hezar zarok li navendên îstixbarata rejîmê girtî ne ji bo zext li xizmên wan bê kirin.

Di heman demê de, Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî di raportên xwe de aşkere kir ku bi sedema rewşa Sûriyê ya xirab, êşa feleca zarokan li hejmarek bajarên Sûriyê derketiye.

Rudaw
Top