• Thursday, 12 February 2026
logo

Xaminî bo artêşê: Qonaxa "Berve Qudsê" cîbicî bikin

Gulan Media November 21, 2013 Nûçe
Xaminî bo artêşê: Qonaxa
Rêberê bilind a şoreşa îslamî yê Êranê ferman da artêşa Pasdaran ku qonaxa duyem a rahênana serbazî “Berve Qudsê” cî bi cî bikin.

Elî Xaminî fermanê dide artêşa Pasdaran û hêzên amade “Besîc”ê ku dest bi cîbicîkirina qonaxa duyem a rahênana serbazî “Berve Qudsê” bikin.

Li gor ajansa nûçeyan a Fars îro rahênan bi beşdaiyekî berfereh a artêşa Pasdaran û hêzên Besîc li 9 parêzgehên Êranê destpê kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo derxistina şiyana êrişkirinê û berevanîkirinê, artêşa Pasdaran û hêzên Besîc sala borî qonaxa yekem a rahênana serbazî a bi navê “Berve Qudsê” birêve çû.

Xendan
Top