ENKS: Helwesta opozîsyonê ji rêveberiya demî şovînî ye
Di 12ê vê mehê de, PYDê û çend partî û aliyên din ên Kurd, Ereb û Xristyan projeya rêveberiyeke demî li Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Berpirsên ENKSê jî gotin ku ew proje yan wan jî bû, lê PYDê bi tena xwe û bilez ragihand.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de bersiva helwesta hevpeymaniya opozîsyonê derbarê rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdiatanê da ku têde gotibû “rêveberiya demî hewleke ji bo perçekirina xaka Sûriyê”.
ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hevpeymaniya opozîsyonê rêveberiyeke demî ji Kurdan re zêde dibîne lê di heman demê de rêveberiyên li navçeyên din ên Sûriyê rewa û normal dibîne.
Di daxuyaniya ENKSê de wiha hatiye gotin: “Ev helwesta hevpeymaniyê helwesteke şovînî ye, em li hember vê helwest dilgiranin, bi taybet ku çend rojan piştî derbasûna ENKSê bo nav hevpeymaniyê tê”.
ENKSê aşkere kir ku ew jî di pêvajoya amadekirina reşnivîsa rêveberiya demî de beşdar bû, lê nakokiyên wê digel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li ser mîkanîzim û beşdarên civîna ku rêveberî têde hatiye ragihandin.
ENKSê herwiha got ku EGRKê ya ku PYDê jî di nav de cî digire, di ragihandina rêveberiyê de lez kir, lewra ENKSê beşdariya ragihandina rêveberiyê nekir.
Rudaw
