Rêveberiya demî: Em xwe wek aliyekî sêyem pêşkêş dikin
Deriyê Til Koçer di 26ê cotmehê de ji bin kontrola grûpên radîkal derket û niha di bin kontrola şervanên YPGê yên girêdayî PYDê de ye.
Ciwan Mihemed ji Rûdawê re got “Deriyê Til Koçer bi xwîna ciwanên Kurd hatiye rizgarkirin û em wek rêveberî dest ji vê xala sînorî bernadin”.
Duh, ajansa Andolu li ser zarê çavkaniyekê iraqî belav kiribû ku PYDê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku deriyê Til Koçer li ber bazirganiyê bê vekirin, lê hikûmeta Iraqê bilindkirina ala Sûriyê û vegerandina fermanberên dewletê wek merc ji bo vekirina derî diyar kirine.
Derbarê mercên hikûmeta Iraqê de Mihemed got “Em ji Sûriyê cuda nebûne û ji bo berjewendiyên xelkê xwe em amade ne ku rêveberiyeke hevbeş bi rejîmê re li ser deriyê Til Koçer qebûl bikin”.
Derbarê bilindkirina alan li ser deriyê Til Koçer, berdevkê rêveberiya demî got “Me dewleteke serbixwe ranegihandiye heta ku em bêjin emê tenê ala xwe bilind bikin, lê em qet qebûl nakin ku em ji rêveberiya derî bên bêparkirin”.
Mihemed diyar kir ku ew wek rêveberiya demî xwe mîna aliyekî sêyem pêşkêş dikin, ji ber ku hem rejîm û hem opozîsyon jî hene û berê her du alî di diyalog û danûstandinan de ne.
Rudaw
