• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Dibe Kadroyên PDKê di nava xelk de bin

Gulan Media November 20, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Dibe Kadroyên PDKê di nava xelk de bin
Mesrûr Barzanî ragehand ku, dibe kadroyên partî hertim di nava xelk de bin û xizmeta xelkê bikin.

Duh bi organîze kirina merasimeke rêz girtinê ji xwendekarên akademiya partiya demokrata Kurdistanê, Endamê mekteb siyasiya PDKê birêz Mesrûr Barzanî bi kadro û xwendekarên mezûn yên vê akademiyê re civiya.

Di destpêka civînê de birêz Mesrûr Barzanî hevdem ligel pêşkêşî kirina pîrozbayiyên xwe bo wan xwendekaran hevdem spasiya Mamosteyên devreya perwerdehiya akademiya PDKê jî kir.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rola partiya demokrata Kurdistanê di warê pêşde birina ezmûna Kurdistanê û yek xistina mala Kurd kir û got: Yek rêzî û yek gotariya Kurd yek ji ewleviyatên sereke ya xebata PDKê ye.

Mesrûr Barzanî behsa bihêz bûna PDKê bo berdewam bûn û pêşde birina ezmûna Kurdistanê û gehêştina gelê Kurd bi tewahiya mafên xwe yên reva kir.

Endamê meteb siyasiya PDKê di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa çalakbûna kadroyên PDKê kir û got: Dibe kadroyên PDKê hertim di nava xelk de bin û xizmeta xelkê bikin û got: Felsefeya rêbaza Barzaniyê Nemir ewe ku, kadroyên PDKê di nava xelk de bin û hevbeş xem û azarên xelk bin jiber ku, faktera sereke ya serkeftina partî piştgîriya xelkê ye.

Pişt re jî Berpirsê akademiya partî Qadir Qaçax jî peyvek pêşkêş kir û li ser navê Mamoste û xwendekarên akademî spasiya Mesrûr Barzanî kir û pişt re jî xwedekarên akademî ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hatin xelatkirin.
Top