• Thursday, 12 February 2026
logo

Polîsê Silêmaniyê: Berpirsê zêrevanên Talebanî li ser pirsgirêka pere hatiye kuştin

Gulan Media November 20, 2013 Nûçe
Polîsê Silêmaniyê: Berpirsê zêrevanên Talebanî li ser pirsgirêka pere hatiye kuştin
Îro berpirsê zêrevanên taybet ên Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê Celal Talebanî hat kuştin. Lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e, lê li gor zanyariyên Rêveberê Polîsê Silêmaniyê, ew ji ber pirsgirêka pereyan hatiye kuştin.

Îro serê sibehê li taxa Kanî Ba li rojhilatê bajarê Silêmaniyê berpirsê zêrevanên taybet ên Celal Talebanî, Serwet Hemereşîd di nav mala xwe de hat kuştin.

Rêveberê Polîsê Silêmaniyê Newzad Elî ji Rûdawê re ragihand “Li gor axaftina malbata wî, çend kes hatine bo mala wî û pere jê xwestine û piştre axavitin di navbera wan de çê bû û ew kuştin”.

Elî herwiha got “Me rêyên yasayî pêk anîne û me tîmek jî ava kiriye ji bo ku lêkolîneke zêdetir derbarê sedema kuştina wî de bike”.

Sekreteriya Celal Talebanî ji aliyê xwe ve ragihandiye ku “Destekî nediyar teqe li Serwet kiriye”, herwiha bal kişand ku pirsgirêka Serwet digel ti kesî tune ye.

Serwet Hemreşîd di sala 1971 de ji dayik bûye. Ew berpirsê zêrevanên taybet ê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî bû.

Rudaw
Top