Nêçîrvan Barzanî: Yekgirtû mercên wê yên rêgir tune ne
Şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ye ku bi erkê avakirina hikûmeta nû ji aliyê partiya xwe ve hatiye spartin û şadna danûtsndinên Yekgirtû jî bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Mihemed Ferec bû.
Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Ferec di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihandin ku wan derbarê karnameya çar salên bê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin. Nêçîrvan Barzanî derbarê vê yekê de got “Di gotûbêjan de derket ku Yekgirtû mercên wê yên rêgir nînin”. Mihemed Ferec jî diyar kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî zêdetir erênî bû.
Di bersiva pirsekê de derbarê awayê parvekirina postan di hikûmeta nû de, Nêçîrvan Barzanî got “Şerê me ne li ser postane, lê belê em dixwazin li ser programeke hevpar lihev bikin ku bi vî awayî jî dê bibe hikûmeke hevpar”.
Di bersiva pirsa Rûdawê de derbarê hatina şandeke Îranê bo Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî hatina wê şandê piştrast kir û got “Ez jî digel wan rûniştim û mebesta hatina wê şandê ewe ku ji aramiya Herêma Kurdistanê piştrast bibe”.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku gotûbêjên wan wek desthilat û opozîsyon nayên kirin, lê belê ew wek aliyên ku di hilbijartinan de serkeftine dicivin.
Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec ragihand ku wan hîn biryara nedaye tevlî hikûmetê bibin.
Mihemed Ferec herwiha got “Me pirsa beşdarîkirin di hikûmetê de hiştiye bo civîna komîteyên serekî yên piştre”.
Heta niha şanda PDKê ji nav koma 8 aliyên ku di hilbijartinên parlamentoyê de serkeftin de, serdana YNKê, Gorran û Yekgirtû kiriye.
Di dema amadekirina vê nûçeyê de, şanda PDKê serdana Polîtbîroya Komela Îslamî ya Kurdistanê kir û niha civîna di navbera her du partiyan de berdewam e.
Biryar e îro jî şanda PDKê serdana Tevgera Îslamî ya Kurdistanê jî bike.
Rudaw
