• Thursday, 12 February 2026
logo

Lîsteya dewleta qanûnê bi lîstên cuda beşdariya hilbijartinan dike

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
Lîsteya dewleta qanûnê bi lîstên cuda beşdariya hilbijartinan dike
Biryare lîsteya dewleta qanûnê ya Îraqê a bi Serokatiya Nûrî Malikî di hilbijartinên sala nû de bi lîstên cuda cuda beşdariya hilbijartinan bike.

Ew biryara lîsteya dewleta qanûnê piştî vê yekê hatiye stendin ku, parlementoya Îraqê derfeta bidest xistina hijmareke kursiyên zêde daye part û aliyên biçûk yên ku, beşdariya hilbijartinan dibin.

Armanca lîsteya dewleta qanûnê jî ji wê biryara han bidest xistina hijmareke zêde ya kursiyên parlementoya Îraqê ye.

Ji aliyeke din ve jî parlementoya Îraqê di civînên xwe yên wê dawî de çendîn firmûlên nû yên ji bo pergala hilbijartinên parlementoya Îraqê pesend kiriye.
Top