• Thursday, 12 February 2026
logo

Bi amadebûna Serok Barzanî dawî bi devreyeke din ya akademiya PDKê hat

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
Bi amadebûna Serok Barzanî dawî bi devreyeke din ya akademiya PDKê hat
Akademiya partiya demokrata Kurdistanê dawî bi devreya 18mîn ya perwerdehiya kadroyên xwe anî.

Duh li Hewlêrê bi beşdariya Serok Barzanî akademiya partiya demokrata Kurdistanê devreya perwerdeiya 18mîn ya kadroyên xwe bi dawî anî û dest bi devreya 19mîn kir.

Di destpêka merasima han de ku, Serokê akademiya partî û hijmarek ji endamên Serokatî û mekteb siyasiya PDKê jî tê de beşdarbûn, Serokê akademî Qadir Qaçax peyvek pêşkêş kir hevdem ligel pêşkêş kirina pîrozbayiyên xwe bo meznûnên devreya 18mîn bixêr hatina xwendekarên devreya 19mîn ya akademî jî kir.

Pişt re Serok Barzanî jî peyvek pêşkêş kir pîrozbayiyên xwe pêşkêşî kadro û xwendekarên akademiyê kir û ragehand ku, hebûna akademiya PDKê destkefteke gelek mezine.

Serok Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa çendîn mijar û babetên girîng yên taybet di dîroka PDKê, pêgehandina kadroyan û bihêz kirina wan bi çekên zanist û destkeftên gelê Kurd kir.

Serok Barzanî got: Em deyindarên xebat û qurbanî dana Barzaniyê Nemir û şoreşa Eylûlê ne jiber ku, jidayik bûna partî û destpê kirina şoreşê jî di demekî de bûn ku, neyarên Kurd hewl didan ku, gelê Kurd tune bikin lêbelê Barzaniyê Nemir bi damezrandina partî û beşdarî kirin di Komara Kurdistanê ya li Mehabadê û serfera dîrokî ya bo Rûsiyayê bû sedema tomar kirina dîrokeke gelek girîng û vela derxistina planên neyaran.

Serok Barzanî eşkere kir ku, partiya demokrata Kurdistanê weke partiyeke Kurdistanî û netewî hertim hewl bo vê yekê daye daku, îrade û baweriya bixwebûn ya gelê Kurd bihêz bike.

Piştî bi dawî hatina gotara Serok Barzanî xelat pêşkêşî 58 kadroyên devreya 18mîn ya akademiya PDKê hate kirin.
Top