• Thursday, 12 February 2026
logo

Kompanîyeke neftîya Kanadayî dest bi berhemanîna neftê li Kurdistanê dike

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
Kompanîyeke neftîya Kanadayî dest bi berhemanîna neftê li Kurdistanê dike
Kompanîya Orîks Petroliyum a Kanadayî aşkira kir, ku di çend heyvên dahatî de dest bi qonaxa berhemanîna neftê di kêlgehên Herêma Kurdistanê de dike.

Li gor raporteke ajansa Roytêrz (Reuters), kompanîya Orîks Petroliyum a Kanadayî ku niha di kêlgeha Demîr çîya a Herêma Kurdistanê de kar dike, ragihandiye ku di dahatûyeke nêzîk de dê dest bi berhemanîna nefta Herêma Kurdistanê de bike.

Ev kompanîya Kanadayî aşkira jî kiriye ku mijûlî karkirinê di kêlegeheke neftîya nêzîkî bajarê Hewlêrê jî ye ku xodanê %65 pişkên wê ye.

Ev kompanîya neftîya kanadayî, niha tenê di ewê kêlgeha neftîyên Herêma Kurdistanê de kar dike.
Top