• Thursday, 12 February 2026
logo

3 karker li Hewlêrê canê xwe ji dest dan

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
3 karker li Hewlêrê canê xwe ji dest dan
3 karkerên rafîneya petrolê ya li gundê Tirbe Sîpan ya ser bi Hewlêrê canê xwe ji dest dan.

Di vê derbarê de nedamê hêzên parastina sivîl yên Hewlêrê Neqîb Ziyad ragehand ku, Duh 3 karkerên rafîneya petrolê ya li gundê Tirbe Sîpan ya li Rojavayê Hewlêrê de canê xwe ji dest dane. Du ji wan karkeran Ereb û yeke din jî Kurd û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ziyad eşkere kir ku, ew her sê karkerên han di dema paqêj kirina mexzeneke petrolê de jehrawî bûne û pişt re jî canê xwe ji dest dane.

Ew rafîneya han rafîneyeke kerta taybete.
Top