• Thursday, 12 February 2026
logo

Erdogan: Navê ”guneydogu û doguyê” jî Kurdistan e

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
Erdogan: Navê ”guneydogu û doguyê” jî Kurdistan e
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna grupa Ak Partiyê de got ne tenê navê başûrê Kurdistanê lê belê navê herêma guneydogu û doguya” Tirkiyeyê jî Kurdistan e.

Erdogan di hevdîtina digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de 16-ê vê mehê ji bo başûrê Kurdistanê gotibû ”herêma Kurdistanê ya li Bakurê Iraqê” û partiyên wekî CHP û MHP-ê ji bo wê gotinê êrişî wî dikin.

Erdogan îro bersiva rexneyên wan da û hêj zêdetir çû û got:

Bila parlamenterên MHP-ê û CHP-ê biçin li zebtên destpêkê yên parlamentoyê temaşa bikin. Ya ko ew Duh li dij derdikevin dê li wêderê bibînin.

Dê kelîmeya Kurdistanê di wan zebtên parlamentoyê de bibînin. Bila hinekê paşdetir biçin bo dema osmaniyan û dê bibînin ko navê ”dogu û guneydoguyê” yanî rojhilat û başûrê rojhilatê] jî eyaleta Kurdistanê bû
Top