Li Efrînê 3 çete ji aliyê YPG’ê ve hatin kuştin
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çeteyên girêdayî DAIŞ’ê şevê din êrîşî bendên kontrolê yên hêzên YPG’ê yên li derdora gundên Meerîn, Yazibaxê û Qestel Cindo yên navçeya Şera kirin. Hate gotin ku, li ser bersivdayîna hêzên YPG’ê pevçûn derketiye û di encama pevçûnan de 3 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Hate ragihandin ku, çeteyên gelek windahî dan, neçar mane ku paşde biçin.
ANF
