• Thursday, 12 February 2026
logo

Davutoglu lêborîn ji Şivan Perwer xwest

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
Davutoglu lêborîn ji Şivan Perwer xwest
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragihand ku wî li mitînga Amedê ji hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer re gotiye, kengî ew bixwaze dikare hemwelatiya xwe bistîne.

Davutoglu li paytexta Amerîka Washingtonê de di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand“Ji ber siyasetên dûrkirin û sirgûnê ku li dijî Şivan Perwer û gelek hunermendên din hatibû meşandin, min lêborîn ji Şivan Perwer xwestiye”.

Ahmet Davutoglu got “Ez berê hunermend Şivan nas dikim û min jê re gotiye tu dikare hemwelatîbûna xwe bistînî û bibe wek min, ne kêm ne zêde, û bibe xwedî hemû mafan”.

Derbarê pêvajoya aştiyê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê da zanîn ku Tirkiyê dikare kêşeyên xwe bi xwe çareser bike û pêwîstî bi aliyeke sêyem nake.

Hunermend Şivan Perwer piştî 37 salan, di 16 mijdarê de li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê hevlatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û bihev re ne çûne bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê.

Berî 37 salan û dema Şivan Perwer ji ber zulm û zordariya ku hikûmeta wê demê ya Tirkiyê li dijî Kurdan û hunermendên wan dikir, Şivan Perwer neçar bû berê xwe bide Almanya û ji wê demê de nasnameya hemwelatîbûnê ya Tirkiyê jê hat standin.

Rudaw
Top