• Thursday, 12 February 2026
logo

Konferansa çandî ya Îzdiyan li Poloniyayê hate organîze kirin

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
Konferansa çandî ya Îzdiyan li Poloniyayê hate organîze kirin
Bi hevkarî û piştgîriya nuneratiya hikûmeta Kurdistanê konferansa çandî ya Îzdiyan li Poloniyayê hate organîzekirin.

Bi hevkarî û piştgîriya hikûmeta Kurdistanê û herwiha bi organîzatoriya nuneratiya hikûmeta Kurdistanê li Poloniyayê konferansek derbarê jiyana Kurdên Îzdî de bi navê konferansa çandî ya Îzdiyan hate lidarxistin.

Di destpêka konferansa han de çendîn peyv û gotar derbarê girîngiya wê konferansa han de hatin pêşkêşkirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, dibe konferansa çandî ya Îzdiyan her sal carekî were lidarxistin.

Piştî bi dawî hatina peyv û gotaran bi xwendina çendîn lêkolîn û raportan derbarê jiyan û çanda Îzdiyan de konferans karên xwe domand.
Top