Pdk û goran bo pêk anîna hikûmetê civiyan
Di çarçoveya civînên heyeta danûstandinkar ya partiya demokrata Kurdistanê yên bi part û aliyên siyasî yên Kurdistanê re, Duh heyeta danûstandinkar ya PDKê bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana tevgera goranê kir û bi heyeta danûstandinkar ya wê tevgerê re civiya.
Di civînê de PDK û Goran behsa pîwerên pêk anîna hikûmeta nû ya Kurdistanê û çawetiya beşdarî kirina part û aliyên siyasî yên Kurdistanê di nava hikûmeta nû de kirin.
Piştî bi dawî hatina civîna han her yek ji Serokê heyeta danûstandinkar ya PDKê Nêçîrvan Barzanî û Serokê tevgera goranê Newşîrwan Mistefa di presskonferanseke hevbeş de naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin.
Di vê presskonferansa han de her du alî eşkere kirin ku, civîna han civîneke gelek girîng û serkeftî bûye û li ser çendîn xalên hevbeş bi taybetî li ser çawetiya pêk anîna hikûmetê lihev kirine.
