• Friday, 13 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê daxwaza qerebûyî ji Bexdayê dike

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê daxwaza qerebûyî ji Bexdayê dike
Hikûmeta Kurdistanê dibêje projeya qerebû kirina xelkê Kurdistanê amadeye û pêşkêşî hikûmeta fedral têkirin.

Îro wezîrê karûbarên şehîd û enfalên Kurdistanê Mamoste Aram Ehmed di presskonferansekî de ragehand ku, hikûmeta Kurdistanê projeyên qerebû kirina xelkê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta fedral ve amade kirine û di demke nêz de wê wan projeyên han pêşkêşî hikûmeta fedral werin kirin.

Aram Ehmed eşkere kir ku, ew projeyên han tevahiya wan kiriyarên hikûmeta Îraqê ji sala 1963 heta sala 2003 dixin nava xwe ku, ji aliyê hikûmetên Îraqê ve li dijî gelê Kurd hatine cîhbicîhkirin.

Ehmed eşkere kir ku, ew zererên han li ser çend beşan de hatine dabeşkirin weke zererên mirovî, zererên madî, zererên jîngeh û tevahiya wan zererên ku, bi awayekî raste rast anjî nerast rast gehêştine Kurdistanê û dibe hikûmeta fedral bi giştî 384 miliyar û 983 miliyon û 302 hezar û 600 dolarên Amerîkayî bide hikûmeta Kurdistanê
Top