Li Şamê teqîn: herî kêm 31 serbaz û efserên rêjîmê hatin kuştin
Rêxistina mafên mirov a Sûriyê ku navenda wê li Brîtanyayê ye û şerê navxwe yê Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne, ragihand ku şeva borî teqînek di nav avahiyeke dewletê ya li devera Heresta li derdora Şamê rûdaye.
Li gorî agahiyên wê saziyê, di bûyerê de herî kêm 31 kes hatine kuştin ku hemû serbaz û efserên rêjîmê ne ku 4 jê fermandeyên pilebilind ên artêşê ne.
Tê gotin gellek kes jî birîndar bûne û ji ber giraniya birîna hinek ji birîndaran dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Devera Heresta di bin kontrola hêzên Beşar Esed de lê hêzên opozîsyonê ji par ve hewl didin wê deverê bixin bin kontrola xwe.
Heta niha ti daxuyaniyek fermî li ser bûyera han nehatiye dayîn.
Rudaw
