• Thursday, 12 February 2026
logo

Baydemîr: Em ji dîtinên Barzanî yên li ser rewşa Ocalan kêfxweş bûn

Gulan Media November 18, 2013 Nûçe
Baydemîr: Em ji dîtinên Barzanî yên li ser rewşa Ocalan kêfxweş bûn
Şaredarê Amedê Osman Baydemîr diyar kir ku ew ji helwest û daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derheqê Ocalan de kêfxweş û razî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh di roja duyemîn a serdana xwe ya Amedê de çû serdana şaredariya Amedê û digel Şaredar Osman Baydemîr û gellek parlamenter û rayedarên BDPê hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê, Baydemîr beşek ji ji naveroka wê civînê ji Rûdawê re eşkere kir û da zanîn, di civînê de Barzanî behsa Ocalan kir û ew jî ji vê yekê kêfxweş e.

Barzanî jî piştî civînê û dema li otomobîla xwe siyar dibû, ji Rûdawê re got: “Di civînê de peyamên aştî û biratiyê hatin dayîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja 16ê Mijdarê li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan serdana Amedê kir û piştî du rojan duh şev vegeriya Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top