• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê vegeriya Herêma Kurdistanê

Gulan Media November 17, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê vegeriya Herêma Kurdistanê
Piştî wê yekê ku li ser vexwendineke fermî ya Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê, birêz Mesûd Barzanî serdanekî dû rojiya ya bajarê Amed a Bakûrê Kurdistanê kiribû, êvariya Duh vegeriya Herêma Kurdistanê.

Hêjayî gotinêye li vê serdanê de Serok Barzanî, li gel Serok Wezîrê Tirkiye û berpirsên mezinên wî welatî çendîn hevdîtinan pêkanî û beşdarî civîneke berfireha cemawerî û her wiha vekirina çend projeyeke çandî û xizmetguzariya bajarê Amedê kir.

Li roja dûyema serdana Amedê de Serok Barzanî serdana Bajarvaniya Mezina Amedê kir û li gel Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê civiya û piştî hevdîtinek civîneke rojnamevaniya hevbeş jî saz kirin.
Top