Serok Barzanî bo proseya aştîyê spasîya Ocalan û Erdogan kir
Di destpêka kongreya rojnamevaniyê de, Baydemir bixêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê kir û got “Îro rojeke dîrokî ye li Amedê”. Baydemir ragihand ku Amed mala Barzanî ye û got jî Hewlêr û Mehabad jî mala hemû Kurdan e.
Şaredarê Amedê herwiha hêvî xwest ev serdan bibe sedema biratî û tevahiya navbera gelê Kurd û got “Barzanî jî mîna Ebdulla Ocalan û Receb Teyib Erdogan cihê destê wî di pêvajoya aştiyê de diyar e”.
Piştre, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasiya bixêrhatina Baydemir kir û got “Hatina me bo Amedê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê ye, em hatine silavê gelê Kurdistanê li Başûr bigihînin Amedê, em hatine bêjin ku em gelekî aştîxwaz in û em destê ji birayên me yên Tirk, Ereb û Faris re dirêj dikin”.
Barzanî spasiya hewlên rêberê girtiyê PKKê Ebdulla Ocalan û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kir ku pêvajoya aştiyê destpêk kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji gelê Kurd kir ku bi sebirê bikişînin heta bigihin aştiyê û got “Pêvajoya aştiyê wext jê re dive”.
Barzanî herwiha got “Tebayî û rêkevtina gelê Kurd ji karên me yên destpêkê ne, ji ber ku di rêya wê rêkeftinê re em dikarin têkiliyên me yên herî baş hebe digel Faris, Ereb û Tirkan de”.
Di dawiya axaftina xwe de Barzanî berê xwe da Baydemir û got “Amed mala me ye û Hewlêr jî mala we ye”.
