• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî bo proseya aştîyê spasîya Ocalan û Erdogan kir

Gulan Media November 17, 2013 Nûçe
Serok Barzanî bo proseya aştîyê spasîya Ocalan û Erdogan kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şaredarê Amedê Osman Baydemir Duh li Amedê bi hev re civîyan û piştî civînê jî li Amedê konfranseke rojnamevanî lidarxistin û her du aliyan piştgiriya pêvajoya aştiyê kirin. Barzanî diyar kir ku mebesta serdana wan tenê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê ye û spasya gavên Ocalan û Erdogan jî kirin.

Di destpêka kongreya rojnamevaniyê de, Baydemir bixêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê kir û got “Îro rojeke dîrokî ye li Amedê”. Baydemir ragihand ku Amed mala Barzanî ye û got jî Hewlêr û Mehabad jî mala hemû Kurdan e.

Şaredarê Amedê herwiha hêvî xwest ev serdan bibe sedema biratî û tevahiya navbera gelê Kurd û got “Barzanî jî mîna Ebdulla Ocalan û Receb Teyib Erdogan cihê destê wî di pêvajoya aştiyê de diyar e”.

Piştre, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasiya bixêrhatina Baydemir kir û got “Hatina me bo Amedê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê ye, em hatine silavê gelê Kurdistanê li Başûr bigihînin Amedê, em hatine bêjin ku em gelekî aştîxwaz in û em destê ji birayên me yên Tirk, Ereb û Faris re dirêj dikin”.

Barzanî spasiya hewlên rêberê girtiyê PKKê Ebdulla Ocalan û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kir ku pêvajoya aştiyê destpêk kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji gelê Kurd kir ku bi sebirê bikişînin heta bigihin aştiyê û got “Pêvajoya aştiyê wext jê re dive”.

Barzanî herwiha got “Tebayî û rêkevtina gelê Kurd ji karên me yên destpêkê ne, ji ber ku di rêya wê rêkeftinê re em dikarin têkiliyên me yên herî baş hebe digel Faris, Ereb û Tirkan de”.

Di dawiya axaftina xwe de Barzanî berê xwe da Baydemir û got “Amed mala me ye û Hewlêr jî mala we ye”.
Top