Serok Barzanî serdana Şarewaniya Amedê kir
Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Amedê serdana Şaredariya mezin ya Amedê kir û ji aliyê Şaredar Osman Baydemîr û hijmareke din ji parlementerên BDPê û Rayedarên din yên Şarewaniyên Amedê ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwaziyê Serok Barzanî bi Serokê şaredariya Amed, Serokên şaredariyên ser bi Amedê û parlementerên BDPê re civiya û behsa çendîn mijar û babetên girîng kirin.
Piştî bi dawî hatina civînê jî Serok Barzanî û Osman Baydemîr di presskonferanseke hevbeş de naveroka civînê eşkere kirin û her du alî kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han û encamên civîn û hevdîtinên Serok Barzanî yên bi Serokwezîrê Tirkiye û rayedar û berpirsên BDPê re diyar kirin.
Her di çarçoveya vê presskonferansa han de Serok Barzanî eşkere kir ku, Kurdistan amadeye bi her awayî piştgîriya prosesa aştî û qonaxa çareseriya pirsa Kurd ya li Bakûrê Kurdistanê bike û daxwaz ji gelê Kurd û part û aliyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê kir daku, yekhelwestî û yek rêziya xwe biparêzin.
