• Thursday, 12 February 2026
logo

Serdana Barzanî di medyaya tirkî de deng veda

Gulan Media November 17, 2013 Nûçe
Serdana Barzanî di medyaya tirkî de deng veda
Rojnameyên Tirkiyê di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan, û li gel hunermend navdar Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises li bajarê Amedê, gelek rênimayên berê derbas kirin, û wek ew hevdîtin û şahî di dîroka Tirkiyê de gavekî gelekî li pêş bû.

Rojnameya Akşam bi manşetekî mezin nivîsî “Megrî amed”, Akşam pêde diçe û dibêje, Erdogan got “Êdî ji vir û pêde li Tirkiyê cudatî û înkarkirin nîne û em bi herve ber bi Tirkiyeke nû diçin ku li dewsa zistanê wê bihareke têr gul û rengîn çêbibe”.

rojnameya Posta jî bi xeteke pan nivîsî “Bijî Aşitî û Biratî” û têda nivîsandiye ku li Amedê rojên dîrokî hatin jiyankirin, Serokê Herêma Kurdistanê piştî 21 salan û Şivan perwer piştî 37 salan serdana Kurdistana Bakur kirin û Erdogan piştî 11 salan serdana Şaredariya Amedê kir û cara yekê ye ku rayedarekî Tirkiyê wek Serokwezîr navê Kurdistanê dibêje û diruşmên “Bijî aşitî û biratî” li cihekî weha fermî tê avêtin.

Herwiha rojnameya Yenîçax jî manşêta xwe bi “Yaşasin Kurdistan” wate “bijî Kurdistan” danî û tîne ziman ku “Barzanî bi şaşika Sor û cil û bergên kurdî û li nav gel jî alên Kurdistanê û Tirkiyê bi hevre dihatin hejandin û gelê li wir amade jî diruşmên bi kurdî diavêtin.

Rojnameya Yenî Şefeq jî manşêta xwe wiha danî: “Amed duh bi rastî cejneke biratiyê jiyan kir û dîwarên berê hatin ruxandin. Cara yekê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê bi kurdî û tirkî nameya bijî aştî û bijî biratiya Kurd û Tirkan û bijî azadî li nav Tirkiyê li Amedê dibêje”.

Piraniya rojnameyên Tirkiyê bi taybet li ser helwest, gotin û kiryarên nû rawestiyan, wek gotina Kurdistanê ku Erdogan bilêv kiriye û hatina Şivan Perwer û axaftinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku bi zimanê kurdî bû û dîsa diruşmên bijî Kurdistan û bijî Serok Mesûd de rawestiyan.

Rudaw
Top