• Thursday, 12 February 2026
logo

Kurdek bû alîkarê siyasî yê serokê hikûmeta demî ya Sûriyê

Gulan Media November 17, 2013 Nûçe
Kurdek bû alîkarê siyasî yê serokê hikûmeta demî ya Sûriyê
Hikûmeta demî ya opozîsyona Sûriyê ku di 11ê vê mehê de li Stenbolê hat avakirin, programa karê xwe gotûbêj dike.

Li gor nûçeya ku di rûlpela hikûmeta demî ya Facebookê de belav bûye, hikûmetê demî ya bi serokatiya Ehmed Tuhma duh li bajarê Entabê li Bakurê Kurdistanê civiya.

Di civînê de her 9 wezîrên ku ji koma 12 wezîrên hikûmeta demî hatine hilbijartin, programa karê xwe pêşkêş kirin.

Hikûmeta demî ya opozîsyonê di civînê de rewşa leşkerî, deriyên sînorî û petrol gotûbêj kir.

Serokê hikûmeta demî ya opozîsyona Sûriyê Ehmed Tuhma di civînê de biryar da 3 alîkarên xwe ji bo karûbarên aborî, siyasî û tirkî damezirîne.

Li gor wê biryarê, Zeredeşt Mihemed bû alîkarê serokê hikûmeta demî ji bo karûbarên siyasî.

Herwiha Usame Qadî jî bû alîkarê serokê hikûmeta demî ji bo karûbarên aborî û Zekî el-Tirkmanî jî bû alîkarê serokê hikûmeta demî ji bo karûbarên tirkî.

Zeredeşt Mihemed endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd (Yekîtî) bû ku partiya wî yek ji endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye.

Di hikûmeta demî ya opozîsyona Sûriyê de, kurdekî din jî heye ku ew wezîrê aborî Îbrahîm Mîro ye.

Rudaw
Top