• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî sibê bi Goran û YNKê re dicive

Gulan Media November 17, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî sibê bi Goran û YNKê re dicive
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê Nêçîrvan Barzanî wê sibê duşemê biçe bajarê Silêmaniyê û pirsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî re gotûbêj bike.

Malpera fermî ya PDKê li ser zarê çavkaniyeke agehdar belav kiriye ku Nêçîrvan Barzanî ku ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye spartin wê li Silêmaniyê digel berpirsên Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê bicive.

Çavlirê ye Nêçîrvan Barzanî digel berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa û cîgirê duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih bicive û derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de gotûbêj bike.

Di medyaya Başûrê Kurdistanê de belavb bûbû ku Nêçîrvan Barzanî wê îro serdana bajarê Silêmaniyê bike, lê malpera fermî ya PDKê aşkere kir ku ewê sibê biçe Silêmaniyê.

Nêzîkî 2 mehan di ser hilbijartinên 21 îlonê yên Parlamentoya Kurdistanê derbas bûne, lê heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin.

Aliyên opozîsyonê li benda serdana Nêçîrvan Barzanî ye ji bo ku gotûbêjên fermî destpê bikin.

Rudaw
Top