Barzanî: Îro roja biratî û bihevrejiyanê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di destpêka axaftina xwe de spasiya Serokwezîrê Tirkiyê kir ku ew vexwendî Amedê kiriye û got “Ez Spasiya birêz Erdogan dikim ku ev hevdîtin ji me re rêkxist. Îro rojeke dîrokî ye û xewinek bidest hatiye ku em li Diyarbekira delal in, îro roja biratî û bihevrejiyan û hevdu qebûlkirinê ye”.
Barzanî herwiha got “Ez wek kesekî Kurd gelek kêfxweşim ku ez vê rojê dibînim. Birêz Erdogan gelek biwêrane rêya aştiyê hilbijart û destê xwe avêt aştiyê, daxwaza min ji birayên min ên Kurd ewe ku piştgiriya pêvajoya aştiyê bikin”.
Barzanî axaftina xwe wiha domand “Şerê aştiyê şerekî zehmet e, kesekî biwêr nebe nikare şerê aştiyê bike. Her çiqas rêya aştiyê dirêj be, ji saeteke şer baştir e, lewra divê em hemû piştgiriya pêvajoya aştiyê bikin”.
Barzanî herwiha got “Berî 15-20 salan, zemet bû ez bihatibama Amedê, lewra niha ez bawerim ku pêvajoya aştiyê dê bi dest were, her çiqas pêwîst be jî, aştî hêja ye”.
Di dawiya axaftina xwe de Barzanî bal kişand ku her çiqas ew bi tirkî nizane, lê peyvên “Bijî aştî..Bijî azadî” bi zimanê tirkî pêkêş kirin.
Rudaw
