ENKSê helwesta hevpeymaniya opozîsyonê şermezar dike
Hevpeymaniya opozîsyonê duh di daxuyaniyekê de ragihand ku “rêvebriya demî ya ku PYDê ragihandiye li dijî yekîtiya axa Sûriyê ye û PYDê jî sîxûra rejîma Beşar Esed e û li dijî şoreşa Sûriyê dixebite”.
Endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê Nesredîn Îbrahîm derbarê daxuyaniya hevpeymaniyê de ji Rûdawê re ragihand “Ev daxuyanî li dijî îradeya gelê Kurd û pêkhateyên din ên li Rojavayê Kurdistanê ye”.
Helwesta hevpeymaniya opozîsyonê di demekê de ye ku berî çend rojan qebûl kir ku 11 nûnerên ENKSê bi fermî tevlî hevpeymaniyê bibin.
Nesredîn Îbrahîm ku Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) ye herwiha got “Dema em tevlî hevpeymaniya opozîsyonê bûn yek ji mercên me ew bû ku herêmên Kurdan dûrî şer bin û me ji wan re got ku Kurd û pêkhateyên din li Rojavayê Kurdistanê wê rêveberiyeke sivîl a demî ji xwe re ava bikin ji bo ku karûbarên xelkê birêv bibin”.
Îbrahîm tekez kir ku “ne hevpeymanî û ne jî ti aliyekî din heqê wan nîne îradeya gelê Kurd li Sûriyê destnîşan bikin û tenê Kurd dikarin îradeya xwe destnîşan bikin”.
Îbrahîm ku nûnerekî partiya wan jî di nava her 11 nûnerên ENKSê di hevpeymaniyê de heye, herwiha got “Ji ber çi hevpeymanî behsa her 11 rêveberên navxweyî yên ku li navçeyên di bin kontrola opozîsyonê de ne nake? Ji ber behsa hikûmeta ku Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li bajarê Reqayê ava kiriye bikin? Ji ber çi behsa desteya şereî ya ku grûpên îslamî li bajarên Heleb û Babê li ser xelkê ferz kirine nake?”.
Îbrahîm diyar kir ku DAÎŞê dewleta xwe li ser xelkê bajarê Reqayê û navçeyên din ên di destê wê de ferz kiriye, lê hevpeymaniya opozîsyonê li hember van dewlet û desteyan bê deng e.
Endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê aşkere kir ku partiyên ENKSê wê îro li bajarê Qamişlo bicivin û helwesta hevpeymaniya opozîsyonê û çend mijarên din jî gotûbêj bike.
Rudaw
