• Thursday, 12 February 2026
logo

Kurtulmûş: Barzanî ektoreke girînge li Rojhilata Navîn

Gulan Media November 14, 2013 Nûçe
Kurtulmûş: Barzanî ektoreke girînge li Rojhilata Navîn
Şêwerimendê Serokwezîrê Tirkiyê û Cîgirê Serokê AKPê Numan Kurtulmûş ragihand ku ji ber gelên Tirk, Ereb û Kurd cîranin pêwîste hertim têkiliyên wan xurtir bibin û danûstandinên wan zêdetir bibin.

Kurtulmuş ji ajansa Anadolu re ragihand “Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê û bi taybet Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne tenê li Herêma kurdistanê û Iraqê, lê belê li hemû Rojhilata Navîn ektoreke girîn e”.

Numan Kurtulmûş destnîşan kir ku hatina Barzanî ji bo Amedê ji bo krîza Sûriyê, Rojava, pêvajoyê û têkliyên Iraqê wê roleke mezin bilîze.

Li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan wê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 16 mijdarê biçe bajarê Amedê.

Rudaw
Top