Qeymeqamê Feloce hate kuştin
Melayê mizgefta Wehdê a bajarê Feloceyê Şêx Ehmed Ebas ji Xendanê re ragihand: Berya kêlîkekê bi fîşek qeymeqamê qeza Felocê hate kuştin.
Şêx Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku qeymeqamê Felocê ev çar sale buye qeymeqam û bi xwe xelkê bajarê Rumadiyêye û got: Ser bi sehweyên Ebu Rîşe ve ye û yek ji şêxên eşîreta Boçlîfê ye.
Şêx Ehmed da zanîn ku, dema qeymeqamê Felocê li taxekî qezayê mijûlî alîkariya tîmên berevaniya şaristanî bo valakirina ava baranê li taxekî hejar nişîn, bi riya çeka Qenas Ednan Husên bi fîşekê hate kuştin.
Qeza Felocê ser bi parêzgeha Enbarê yê û 60 kîlo metir dikeve bakûrê rojavayê Bexdadê paytexta Êraqê.
Xendan
