Fûad Hisên: Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê diçe Amedê
Fûad Hisên di programa Kevana Sor a Rûdawê de red kir ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî têkiliya wê bi propagendeya hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê hebe û got “Eger tiştekî wiha jî hebe, nîşaneke ku Barzanî bandora wî heye û dibe ku aliyê hember sûdê jê werbigre, lê pirs ewe Kurd heta çiqasî sûd ji wê serdanê dibîne”.
Fûad Hisên herwiha got “Ji bilî hevdîtina Barzanî û Erdogan û beşdarîkirin di rêwresma vekirina çend projeyan û bok û zavayên, me daxwaz kiriye Barzanî serdana Şaredariya Amedê bike, herwiha bi sîfeta Serokê Herêma Kurdistanê dê li wir be”.
D. Fûad Hisên derbarê paşxistin û lidarnexistina kongreya neteweyî ya Kurd de got “Hekû aliyên Kurdî nêrîna wan yeke ku kongreya neteweyî heta demeke nediyar bê paşxistin, ev yek jî têkildarî hinek pirsên teknîkî û karûbarên navxweyî yên partiyên xwe ye”.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku pirsgirêkeke mezin di navbera PYDê û partiyên din ên Kurdistanê hene û badnora vê yekê li ser komîteya amadekar û kongreya neteweyî heye, rewşa Rojavayê Kurdistanê pirsgirêke, heta ev çareser nebe kongreya neteweyî nayê lidarxistin.
Fûad Hisên got “Berî 3 salan bi pêşniyara Barzanî behsa kongreya neteweyî hat kirin û pirsa avakirina komîteyeke amadekarî jî ket rojevê, lê rewşa babetî wê demê ne guncayî bû, lewra piştî ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyê destpê kir û rewşa Rojavayê Kurdistanê wiha lêhat, ev yek zemîne ji bo kongreya neteweyî amade kir”.
Hisên bal kişande ser peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo lidarxistina kongreya neteweyî û got “Barzanî peyama wî hebû ji bo ku ji dinyaya derve re bêje, em yek netewe ne, ev nasnameya me ye, lê her beşek taybetiya xwe heye, em dixwazin bigihin mafên xwe, lê di rêya aştiyê re”.
Fûad Hisên di wê baweriyê de bû ku vexwendina 600 Kurdan ji her perçeyên Kurdistanê û 300 mêvanan karekî şaş bû, ji ber ku nedihat rêkxistin û got “PKKê jî qebûl nekir her perçeyek 150 endamê wê di kongreyê de hebin, ew dibêjin nifûzî wan zêdetire û divê rêjeya endamên me zêdetir bin”.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê axaftina xwe wiha domand “Kontakt di navbera Herêma Kurdistanê û Qendîlê de heye, lê ne merce ew têkilî li ser asta şexsî bin, tişteke normale kontakt di navbera partiyên Kurd ên perçeyên Kurdistanê de hebe û hemû dinya jî vê yekê dizane”.
Rudaw
