• Thursday, 12 February 2026
logo

Kilicdaroglu lêkirina dîwaran li ser sînor şermezar dike

Gulan Media November 13, 2013 Nûçe
Kilicdaroglu lêkirina dîwaran li ser sînor şermezar dike
Serokê partiya Gel a Komar CHPê Kemal Kilicdaroglu ragihand ku di sedsala bîst û yekê de li Tirkiyê dîwar tên lêkirin û ew wê kiryarê bi tundî şermezar dikin.

Kilicdaroglu di civîna partiya xwe di Parlamentoya Tirkiyê de got “Li şûna ku hikûmet li Nisêbînê dîwarên baton ava bike, pêwîste mayînan paqij bike û têkiliyên herdu xelkên Tirkiyê û Sûriyê baştir bike”.

Kilicdaroglu destnîşan kir ku pêwîste ew erdên li ser sînor ji mayînan bêne paqijkirin û li xelkê bihata belav kirin û hikûmet bigota xelkê bibin ji xwe re biçînin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê biryar daye ku li ser deriyên sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dîwaran ava bike.

Rudaw
Top