• Friday, 13 February 2026
logo

DAÎŞê 6 kes li Hesekê kuştin, 3 ji wan Kurd in

Gulan Media November 12, 2013 Nûçe
DAÎŞê 6 kes li Hesekê kuştin, 3 ji wan Kurd in
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çekdarên Cebhet el-Nusra 2 leşkerên Artêşa Sûriyê û 2 hemwelatiyên sivîl li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kuştin. Çekdarên Radîkal herwiha 6 kesên din li Hesekê kuştin. YPGê jî gundekî nêzîkî bajarokê Til Temrê ji bin kontrola çekdarên radîkal derxit.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela wê ya Facebookê hatiye belavkirin ragihand ku çekdarên radîkal ên Cebhet el-Nusra 2 leşkerên rejîmê û 2 kesên sivîl li gundên nêzîkî Ketîbeya Mêlebiye ya Artêşa Sûriyê li başûrê bajarê Hesekê kuştin.

Li gor daxuyaniya rewangehê, çekdarên Cebhet el-Nusra serê 2 kesan ji wan jêkiribûn û 2 kesên din jî bi guleyan hatine kuştin.

Rewangehê li ser zimanê çalakvanan belav kiriye ku “çekdarên Cebhet el-Nusra her du seriyên jêkirî li ser rê bi destan rakiribû ji bo kesên di wê rêyê derbas bibin bibînin.”

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê herwiha got “Çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) 6 şofêr li nêzîk navçeya Mebrûka li ser rêya di navbera Serêkaniyê-Girêspî de kuştin”.

Rewangehê aşkere kir ku 3 ji wan kesan Kurd in û her sê kesên din jî Xristyan in.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê gundê Usfûriyê li başûrê bajarokê Til Temrê kontrol kirin.

Rewangehê diyar kir ku ew gund piştî şer û pevçûnên di navbera YPGê û çekdarên radîkal ên DAÎŞê de ket bin kontrola YPGê.

Rudaw
Top