• Thursday, 12 February 2026
logo

DAIŞ li Tebqayê 15 Kurd revandine

Gulan Media November 12, 2013 Nûçe
DAIŞ li Tebqayê 15 Kurd revandine
Li bajarê Tebqa a ser bi parêzgeha Reqayêye ku hejmarek zor Kurd lê dijîn, duh 11/11 danê êvarê, komên çekdar ên ser bi dewleta îslamî ya Êraq û Şamê (15) welatiyên Kurd revandine.

Li gor nûçeyeke ANHA`yê belavkiriye ku komên çeteyên girêdayî DAIŞ’ê li bajarê Tebqa yê girêdayî parêzgeha Reqayê 15 welatiyên Kurd revandine.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, çeteyên DAIŞ’ê duh roja duşemê di saetên êvarê de li bajarê Tebqayê ya girêdayî parêzgeha Reqayê dest bi revandina welatiyên kurd kirin. Hate gotin çeteyan heta niha 15 kes revandine û ev pêkanîn hîna didome.

Xendan
Top