• Thursday, 12 February 2026
logo

3ê gênc tevî jinên xwe çûne “Cîhadê”

Gulan Media November 12, 2013 Nûçe
3ê gênc tevî jinên xwe çûne “Cîhadê”
Li qeza Çomanê a ser bi Hewlêrê, sê gênc li gel hevserên xwe bi mebesta cîhadê berê xwe dane Sûriyê, birêvebirê asayîşa qezayê jî amaje bi wê yekê dike ku li ser vî karî tu kes destgîr nekirine lê belê gazî kesûkarên wan kirine.

Birêvebirê asayîşa qeza Çomanê Ehmed Mistefa ji rojnameya Awêne ku îro sêşeme belav kiriye ragihandiye ku: Kesûkarên wan gêncan diyar kirine ku ew sê gênc tevî hevserên xwe bi navê geştkirinê berve Tirkiyê çûne derve lê belê piştre jî binavê cîhadê xwe gîhandine Sûriyê.

Bi gotina Ehmed Mistefa, Ew sê jinên çûne Sûriyê jî li gel mêrên xwe çûne, wan jî bangî kesûkarên wan kirine daku zanyariyên zêdetir li ser wan wergirin. Lê belê kesûkarên wan gêncan tu zanyariyek di wê barê de diyar nekirine.

Ehmed Mistefa da zanîn ku heya niha wan tu kesek bi gomana ku li pişt handana wan gêncên çûne cîhadê destgîr nekirine.

Li herdu qeza (Soran û Çoman) ên ser bi parêzgeha Hewlêrê heya niha nîzîkî 9 kesan bi armanca cîhadkirinê çûne Sûriyê ku 2 ji wan pêştir li ewrupa dijiyan û hilgirê regeznameya welatên Ewrupî ne û 3 gênc jî tevî jinên xwe çûne Sûriyê.

Xendan
Top