• Friday, 13 February 2026
logo

Korya Bakur di yek roj de 80 kes bidarvekir

Gulan Media November 12, 2013 Nûçe
Korya Bakur di yek roj de 80 kes bidarvekir
Rojnameya “Cong Ing Elbo” a Korya Başûr belav kiriye ku Korya Bakûr di destpêka vê meha mijdarê de li heft bajaran 80 kes bidar vekiriye.

Li gor rojnameyê hukmên darvekirinê di 3/11/2013`an bi aşkirayî hatine cî bi cî kirinê û eve jî yekemîn haletên darvekirinên komî ne li wî welatî di serdema serokê welêt Kîm Jong de ku di sala 20111`an hatiye ser desthilatê piştî mirina bavê xwe.

“Cong Ing Elbo” teqez dike ku ew darvekirina bikomî li bajarê Wansan 8 kes li qada fotbolê li pêşiya 10 hezar welatî ku di nav de zarok jî hebûn hatiye encamdan.

Heman jêder diyar dike ku hukmê darvekirinê derheqê bi dehan kes bi tumeta belavkirina filmên seksî û temaşekirina li filmên Korya Bşûr û hewandina pirtuka pîroz ku li gor yasayên Korya Bakûr sûcin hatine cî bi cî kirin.

Pêştir emîndarê giştiyê Neteweyên Yekbuyî Ban Ki Moon di raportekê li pêşiya komeleya giştî ya NY di 18/10/2013`an de belav kiribû têde daxwaz ji Biyong Yang kiribû ku rê bidin lijneyên pêwendîdar bi binpêkirinên mafên mirovan ku bikevin Korya Bakûr û lêkolînan bikin.

Xendan
Top