• Thursday, 12 February 2026
logo

Herî zêde li Xaneqîn û herî kêm jî li Mexmûrê baran bariye

Gulan Media November 11, 2013 Nûçe
Herî zêde li Xaneqîn û herî kêm jî li Mexmûrê baran bariye
Rêveberiya Keşnasî ya Herêma Kurdistanê ragihand, di çend rojên borî de herî zêde li bajarokê Xaneqînê baran bariye û barana herî kêm jî li bajarokê Mexmûrê bariye.

Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de rêjeya barana ku duh li seranserê Başûrê Kurdistanê bariye, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, li bajarokê Xaneqînê yê Germiyanê 157.5 mm baran bariye ku ji hemû deverên Kurdistanê zêdetir bariye, barana herî kêm jî li qezaya Mexmûrê ya Hewlêrê bariye.

Rêjeya baranê li Parêzgeha Dihokê:

Dihok: 111.1 mm

Zaxo: 111.9 mm

Bamernê: 101 mm

Akrê: 85.4 mm

Rêjeya baranê li Parêzgeha Silêmaniyê:

Silêmanî: 138.9 mm

Helebce: 104.6 mm

Helşo: 78.2 mm

Çemçemal: 75 mm

Kelar: 22.6 mm

Rêjeya baranê li Parêzgeha Hewlêrê:

Hewlêr: 14.1 mm

Soran: 58.6

Xebat: 46.6 mm

Şemamok: 12.7 mm

Mexmûr: 11.6 mm

Rêjeya baranê li devera Germiyanê:

Xaneqîn: 157.4 mm

Dûzxurmatû: 94.7 mm

Kerkûk: 56 mm

Telefer: 49.5 mm û li Şingalê jî 134.6 mm baran bariye.

Rudaw
Top