• Friday, 13 February 2026
logo

Kerry: Em di muzakereyên etomî digel Îranê de kor û ehmeq nînin

Gulan Media November 11, 2013 Nûçe
Kerry: Em di muzakereyên etomî digel Îranê de kor û ehmeq nînin
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka John Kerry, diyar kir ku ew li hember daxuyaniyên Îranê yên derheqê kêmkirina çalakiyên etomî de hê jî şikber in û wiha got: “Em di muzakereyên etomî yên Îranê kor û ehmeq nînin.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka John Kerry, piştî bidawîhatina hevdîtinên welatên endamên koma 5+1 digel Îranê bo kirîza etomî yaw î welatî, di bersiva Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu de ku gotibû “Îran civaka navdewletî dixapîne” di daxuyaniyekê de bo televîzyona NBC a amerîkî, diyar kir ku Amerîka di muzakereyên etomî yên digel Tehranê de kor û ehmeq nîne.

John Kerry destnîşan kir ku ti nakokiyek di navbera siyaseta Amerîka ya li hember bernameya etomî ya Îran û sozên ku Washingtonê daye Îsraîlê de nîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, piştî muzakereyên koma 5+1 digel Îranê ku 3 rojan li bajarê Jinêv ê Swîsre hat lidarxistin, nerazîbûna xwe li hember helwesta Amerîka ya li hember Îranê anî ziman û diyar kir ku dê hemû hewlên xwe bo astengkirina “lihevkirina xirab” di navbera welatên rojava û Îranê de bikar bîne.

Li gorî Netanyahu, eger welatên rojava bi Îranê re li ser bernameya etomî yaw î welatî li hev bikin wê çaxê dikevin kêmasiyeke dîrokî û ev jî dê zirarê bide Îsraîl.

Lê John Kerry ji Netanyahu re got ku ew ji hemû naveroka civîn û hevdîtinên digel Îranê agahdar nîne ji ber wê dilgiran e.

Civîna welatên koma 5+1 digel Îranê ku li bajarê Jinêvê yê Swîsre hat lidarxistin, bêyî ku tu encaemke wê hebe bidawî bû. Hat gotin civîna din dê 20ê Mijdarê were sazkirin.

Rudaw
Top