Dawudoglu û Zêbarî nexşeriyekê radighînin
Duh danê sibehê wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu gihîşte bajarê Bexdadê û li gel serokê parlemana Êraqê Usame Nucêfî û serokwezîrê Nurî Malikî civiya û piştre jî li gel wezîrê derve yê Êraqê kongireyekî rojnamevanî saz kir.
Hoşyar zêbarî di kongireya rojnamevanî de ragihand ku di civîna xwe de çendîn rêkeftin di navbera welatê Tirkiyê û Êraqê de di warê siyasî û aborî de hatin encamdan.
Li gor zanyariyên nava kongireya rojnamvanî de, Dawudoglu vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan gîhandiye serokwezîrê Êraqê bo serdana Tirkiyê.
Ehmed Dawudoglu hêvî xwest ku Nurî Malikî bi zûtirîn dem serdana Tirkiyê bike.
Xendna
