• Thursday, 12 February 2026
logo

Komîteya amadekar daxwaza lêbûrînê kir

Gulan Media November 11, 2013 Nûçe
Komîteya amadekar daxwaza lêbûrînê kir
Komîteya amadekar ya kongreya netewî ya Kurd daxwaza lêbûrînê ji gelê Kurd kir.

Îro li Hewlêrê komîteya amadekar ya kongreya netewiya Kurd civiya û di civînê de jiber cîhbicîh nekirina amadekariyên pêwîst bo lidarxistina kongreyê di dema diyar kirî de daxwaza lêbûrînê ji gelê Kurd û raya giştî ya Kurdistanê kir.

Piştî bi dawî hatina civînê komîteya amdekar daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragehand ku, biryar bû 25ê vê mehê kongreya netewî were lidarxistin lêbelê jiber cîhbicîh nekirina amadekariyan vê lidar xistina kongreyê were paşde xistin lewre em weke komîteya amadekar ya kongreyê daxwaza lêbûrînê ji gelê Kurd dikin û hewldanên xwe bo bidawî anîna bilez ya amadekariyên pêwîst didomînin.
Top