Hoşdarîya tund a Kurdistanê bi girêbesta Iraq û BP li Kerkûkê; girêbest nedestûrî ye û ewlehîya wê naparêzîn
Peyvdarê wezareta samanên sirûştîya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku, li gor destûra Îraqê eger her pilank an pêşxistinek di bîrên neftê de li parêzgeha Kerkûkê bihê kirin, piştî sala 2005ê, divê razîbûna hikûmeta herêma Kurdistanê jî li ser be û divê bi hevbeşî digel hikûmeta Kurdistanê de kar bihê kirin.
Beyannameya wezareta samanên sirûştîyê Herêma Kurdistanê li ser zarê peyvdarê wezaretê ve tekez dike, ku hikûmeta Îraqê digel kompaniya BP ji bona pêşxistina bîrên neftê li wîlyeta Kerkûkê girêbestek îmza kiriye û heta nuha li ser wê girêbestê pirsiyar bi hikûmeta Kurdistanê nehatiye kiri û dibêje ´´ji ber hindê hikûmeta Kurdistanê wê girêbestê bi nadestûrî dizane û dê bi rêyên qanûnî begiriyê ji mafên xwe bike. Ew rêkeftin li dijî madeya 140ê ye.´´
Di dirêjîya ewê beyannameya han de, peyvdarê wezareta samanên sirûştî ragihandiye, ku di buwarê piraktîkî de jî, hikûmeta herêma Kurdistanê hevkarî û hêsankariyan bo karên kompaniya BP nake û ewlehîyê jî ji bo parastina bîrên neftê dabîn nake, heta ewê dema ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi timamî, weke hevbeşeke yeksan digel hikûmeta Îraqê, di ewê girêbestê de beşdar dibe.
