Li Îraqê di encama çend teqînan de 13 kes hatin kuştin
Şewirmendê wezareta navxwe ya Îraqê Ednan Esedî ragehand ku, di meha derbasbûyî li seraserê Îraqê de 90 terorîst ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine kuştin.
Ednan Esedî eşkere kir ku, bi tenê di meha derbasbûyî de li parêzgeha Enbarê de 40 terorîst hatine kuştin û li Bexda û çend parêzgehên din yên Îraqê de jî 50 terorîstên din ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine kuştin.
Esedî eşkere kir ku, hijmareke gelek zêde çendarên Ereb û biyanî jî bi rêya sînorên Sûriyayê ve hatine nava axa Îraqê û dest bi danîna plan bo encamdana kiriyarên terorîst kirine.
