4 kes li Şengalê di nava lehî de can dan
Li gorî peyamnêrê me yê li devera Şengalê, piştî barîna baraneke bixor di nava rojên derbasbûyî de, li devera Şengalê de lehiyeke mezin rabûye û 4 welatiyan ji ber vê lehiyê canê xwe ji dest dan.
Çavkanî eşkere kir ku, jibilî can ji dest dana wan 4 kesan, zêdetir ji 100 xaniyên welatiyan jî jiber lehî remîne û navenda qezaya Şengalê jî di bin ava lehî de maye.
Ji aliyeke din ve qaêmoqamê Şengalê Meyser Hecî ragehand ku, birêveberatiya Şaredarî tevî hêzên ewlekarî yên deverê dest bi çê kirin û paqêj kirina kanalên avê kirine û şîniyên deverê jî daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê dikin daku, hevkariya wan bike.
